Dadgeha înglîz 50 hefte hepsa malê da Assange

01 May 2019 15:06 0 dîtin
Dadgeha înglîz 50 hefte hepsa malê da Assange

PeyamaKurd - Dadgeha Brîtanyayê damezrînerê Wikileaksê ku çend roj berê binçav kiribû bi hepsa malê ceza kir.

Damezrînerê Wikileaksê Jilan Assange (47 salî) piştî heft salan ji konsûlxaneya Ekvadorê ku lê hewiyabû bi zora polîsan hatibû derxistin û binçavkirin.

Dadgeha îngilîz îro li Assange 50 hefte hepsa malê ango 11 meh cezayê girtîgehê sepand.

Hêjayî gotinê ye Amerîka dixwaze Assange li Amerîkayê were darizandin û Brîtanya wî radestî wan bike, bi hinceta bi rêya Wikileaksê zanyariyên nepenî yên dewletê belav kirine.