Parlementerên Kurd sandin girtîgehê û yê tirk sandin hepsa malê

06 June 2020 15:39 0 dîtin
Parlementerên Kurd sandin girtîgehê û yê tirk sandin hepsa malê

PeyamaKurd - Parlementerê CHPê Enis Berberoglu ku duh parlementeriya wî hatibû betalkirin û hatibû girtin, ji ber metirsiya koronayê şandin hepsa malê. Berberoglu dê heta 31ê Temûzê li mala xwe cizayê xwe bikêşe.

Duh parêzbendiya parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven, Musa Fariosgullari û Parlementerê Partiya Komariya Gel (CHP) Enis Berberoglu hatibû daxistin û ew hatibûn girtin. Piştî biryara dadgehê ew her sê parlementer şandibûn girtîgehê.

Dadgehê paşê biryar da ku Berberoglu ji Girtîgeha Maltepeyê biçe mala xwe ango li malê têkeve hepse.

Dadgehê heman biryar di der heqê parlementerên Kurd de neda, ango parlementerên Kurd şandin girtîgehê û yên tirk şandin hepsa malê  ku mafnas û siyasetmedaran der barê vê yekê de dibêjin du standarên hiqûqê di meriyetê de ne.