Dadgeha Îranê biraziya Xamaney, Ferîde Muradanî ceza kir

11 December 2022 17:35 0 dîtin
Dadgeha Îranê biraziya Xamaney, Ferîde Muradanî ceza kir

PeyamaKurd – Dadgeha Îranê ji ber piştevaniya xwepêşandanên Jîna Emînî, cezayê 15 salan li biraziya Rêberê Olî yê Îranê Alî Xamaney birî.

Parêzerê Ferîde Muradhanî, Muhammed Huseyîn Akasî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye ku muwekîla wî li dadgeha ‘momasteyên olî ya taybet’ ku erka wê ya darizandinê nîne, hatiye dadgehkirin û 15 sal cezayê girtîgehê li ser hatiye sepandin.

Akasî daye zanîn ku piştre li ser îtiraza wan a bi îmzeya Ferîde Muradanî, dadgeha temyîzê cezayê wê daxistiye 3 salan û pesend kiriye.

Muradanî beriya niha di sala 2021ê de jî ji ber rexneyên xwe yên li rejîma Îranê hatibû girtin û vê dawiyê jî piştevaniya xwe bo daxwazên xwepêşanderan ragihandibû.