Dadgeha Lubnanê: 28 kes ji berpirsiya teqîna Beyrûdê hatin girtin

09 November 2020 00:43 0 dîtin
Dadgeha Lubnanê: 28 kes ji berpirsiya teqîna Beyrûdê hatin girtin

PeyamaKurd – Dadgeha Bilind a Lubnanê ragihand ku lêpirsîna li ser teqîna bendera Beyrûdê ya 4ê Tebaxê rû dabû bêhtirî 200 kesan can dabû bi hurgilî berdewam dike.

Dadgeha Lubnanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye ku di çarçoveya lêpirsîna teqînê de îfadeyên 51 kesan hatine standin û heta niha 28 kesên berpirsiya wan di teqînê de heye jî hatine girtin.

Di encama teqîna Beyrûdê de ku di depoyeke amonyum nîtratê de rû dabû, beşeke mezin ji bajar jî wêran bûbû û bi hezaran kes koçber bûbûn.