Pistî teqîna Beyrûdê wezîra dadê ya Lubnanê jî îstifa kir
PeyamaKurd – Piştî teqîna Beyrûdê ya 4ê Tebaxê ku 158 kesan can da û 6 hezar kes jî birîndar bûn, hikûmeta Lubnanê ber bi hilweşînê ve diçe.
Piştî karvekêşana du wezîran îro jî Wezîra Dadê Marie-Claude Najm ji hikûmeta îstifa kir. Najm di îstifaya xwe de bal kişand ser protestoyên dijî hikûmetê yên piştî teqînê.
Doh jî Wezîra Enformasyonê Menal Abdussamed û Wezîrê Hawîrê Damianos Kattar karvekêşana xwe ji kabîneya hikûmetê dabûn.
Hêjayî gotinê ye, gelek pispor û gelê Lubnanê bixwe jî wekî sedema teqîna Beyrûdê ya depoyên Amonyum Nitratê xemsariya hikûmetê dibîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin