Serokkomara Macaristanê û wezîra dadê îstîfa kirin

11 February 2024 01:00 0 dîtin
Serokkomara Macaristanê û wezîra dadê îstîfa kirin

PeyamaKurd – Serokkomara Macaristanê Katalin Novak, ji bo seredana fermî çûbû Qatarê û roja Şemiyê gera xwe nîvco hiştibû û dageriyabû payîtexta Macaristanê Budapeşteyê. Di êvarê de weşana TV yê ya dewletê di cîh de birî û axaftinekî kir. Di axaftina xwe de ragihand ku dev ji karê serokkomariyê berdaye û îstîfa kiriye.

Bi Novak re her weha wezîra dadê, parlementer û hûqnas Judit Varga jî ragihand ku îstîfa kiriye dev ji siyasetê berdaye. Wê îsal ji bo parlementoya Awrûpayê re di hilibjartinan de, di partiya FİDESZê de bibûya namzed û di rêza yekem de bû.

Mesela ku bû sedema îstîfa her dû siyasetmedaran efûyeka taybet bû ku derxistibûn. Efû ya taybet di erka serokkomariyê de bû ku ew û wezîra dadê erka xwe ya qanûnî bikaranîbûn. Bi derxistina efûyê re partiya desthilat FİDESZ ket rewşekî nexweş.

Sala borî di meha Nîsanê de di seredana Papa Francesco ya Macaristanê de, bi daxwaza wezîra dadê Judit Novak û bi erêkirina serokkomara Macarasitanê Katalin Novak efûya taybet derketibû.

Di wê wextê de mesela efûyê ji muxalefetê û çapemeniyê hatibû veşartin û kes nizanibû. Mijara kesê jê re efû derxistibûn ew kes bû di dezga dewletê de ya parastina zarokan de cîgirê rêvebir bû û alîkariyê dabû rêvebirê dezgê ku rêvebir destdirêjiya cinsî ya zarokan kiribû.