Zêbarî: Berpirsiyarê xitimandina siyasî ya li Iraqê dadgeha federal e

03 April 2022 10:28 0 dîtin
Zêbarî: Berpirsiyarê xitimandina siyasî ya li Iraqê dadgeha federal e

PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî li ser krîza siyasî ya li Iraqê rû daye nirxandin kir û got, berpirsiyarê tevahiya alozî û xitimandina siyasî ya niha li Iraqê dadgeha federal a Iraqê ye.

Hoşyar Zêbarî ku beriya niha ji aliyê Dadgeha Federal ve namzediya wî ya bo posta serokomariya Iraqê hatibû betalkirin, li ser hesabê xwe yê twîtterê got, “Bila em rastiyan bêjin; dadgeha federal berpirsiyar e li hember vê alozî û xitimandina ku niha Iraqê ketiye nav.”

Hoşyar Zêbarî herwiha li ser redkirina namzediya xwe ya serkomariya Iraqê jî diyar kir, biryara ne qanûnî ya dadgeha federal ya Iraqê ya li dijî namzediya min, herwiha biryara civîna du li ser sêya endamên parlementoyê (dike 220 kes) ji bo hilbijartina serkomar bû ku bûne sebeb niha serkomar (Berhem Salih) li ser posta xwe bimîne.