Zêbarî: Tu guhertin di sîstema siyasî û destûra Iraqê de nayê kirin

01 August 2022 12:05 0 dîtin
Zêbarî: Tu guhertin di sîstema siyasî û destûra Iraqê de nayê kirin

PeyamaKurd – Endamê PDKê û Wezîrê Darayî yê berê yê Iraqê Hoşyar Zêbarî diyar kir, tu guhertin di sîstema siyasî û destûra Iraqê de nayê kirin.

Muqteda Sedir do, piştî ku alîgirên Tevgera Sedirê derbasî nava Encûmena Nûnera a Iraqê (parlamento) bûn, daxuyaniyek belav kir û got: “Ev firsendeke mezin e ji bo guhertina bingehîn ya sîstema siyasî, destûr û hilbijartinan.”

Hoşyar Zêbarî herwiha li twitterê di derbarê wê de ragihand, sîstema siyasî ya niha û destûr wê neyên guhartin, ne bi mekanîzmayên destûrî yên ku li ser hatiye lihevkirin be.

Hoşyar Zêbarî destnîşan kir, destûra Iraqê ne tenê nerîna kesekî ye, ji sedî 60ê Iraqiyan di sala 2005an de di referandûmeke cemawerî deng li ser daye û ji aliyê merciyet û civaka navdewletî ve hatiye piştgirîkirin û pesendkirin.

Herwiha da zanîn, tu derfet ne ji bo guhertina girêbesta civakî (destûr) ne, ne piştî şêwir û guftûgoyên berfireh be.