Parlamentoya Tirkiyeyê bi rojeva guhertina destûra bingehîn vedibe
PeyamaKurd – Parlamentoya Tirkiyeyê sibe 1ê Cotmeha 2023yan li demjimêr 14:00 dicive û dest bi xebatên serdema 28an a nîveka duyem a salê dike.
Parlamento dê bi axaftina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dest bi serdema nû bike û tê çaverêkirin, peyama herî girîng a Erdogan li ser guhertina destûra Tirkiyeyê bin ku di sala 1982yan de piştî darbeya leşkerî hatiye nivîsandin.
Piştî vekirina parlamenê wê komîsyona amadekar a guhertina destûr ya AK Partiyê dest bi karên xwe bike û ligel partiyên din ên parlamenê jî bicive.
Di parlamentoya Tirkiyê de 14 partiyên siyasî bi 6 komên parlamentoyê nûnertiyê dikin.
Herwiha tê çaverêkirin, fezlekeya rakirina parêzbendiya parlamenterê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu jî pêşkeşî parlamentoyê bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin