Parlamentoya Hollandayê biryarek ji nêz ve Tirkiyeyê eleqedar dike derxist
PeyamaKurd – Parlamentoya Holandayê, li hember binpêkirina biryarên AÎHMê, pêşnûmeqanûnek qebûl kir ku beriya Kavala û Demîrtaş serbest bên berdan, Yekîtiya Gumrukê ya YEyê bi Tirkiyeyê re nûjen nake.
Parlamentoya Hollandayê bi înîsiyatîfa Parlamenter û Raportora berê ya Yekîtiya Ewropayê ya li ser Tirkiyeyê Kati Pîrî biryarek ku ji nêz ve Tirkiyeyê eleqedar dike derxist.
Li hember guhnedana Tirkiyê ji biryarên AÎHMê, Parlamentoya Hollandayê pêşnûmeya ku rê dide YEyê bêyî berdana mehkûmê Doza Gezî Osman Kavala û Serokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, hevdîtinên nûjenkirina Yekîtiya Gumrikê bi Tirkiyê re asteng bike qebûl kir.
Parlamentera Hollandayê Kati Piri li ser hesabê xwe yê Xê ev nûçe ragihand û wiha got:
"Bêyî cîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê serbestberdana tavilê ya Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş de ne pêkan e ku yekîtiya gumrukê ya bi Tirkiyeyê re nûjen bike. Parlamentoya Hollandayê li pêş Konseya Yekîtiya Ewropayê pêşniyara min qebûl kir."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin