Nêçîrvan Barzanî bi sanda parlamentarên serbixwe yên Iraqê re xitimandina siyasî gotûbêj kir

05 June 2022 17:04 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi sanda parlamentarên serbixwe yên Iraqê re xitimandina siyasî gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Yekşemê li serokatiya Herêma Kurdistanê bi şandeke endamên serbixwe yên Encûmena Nûneran a Iraqê ya komîteya guftûgoyê re civiya.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, geşedanên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê, astengiyên li pêş wê û hewlên ji bo hevtêgihîştinên di navbera aliyên siyasî de û derketina ji xitimandina siyasî hatin guftûgokirin.

Şanda mêvan mebesta xwe ji serdana Herêma Kurdistanê eşkere kir ku ew dixwazin ligel Serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî hevdîtinan bikin, bi armanca nêzîkkirina aliyên siyasî û dîtina çareyekê ji bo derketina ji xetimandina siyasî ya Iraqê.

Serokê Herêma Kurdistanê jî di civînê de piştevaniya xwe ji bo hewlên şandeyê nîşan da da ku kar ji bo jihevnêzîkkirina aliyên siyasî û derbaskirina pirsgirêk û astengiyên li pêş proseya siyasî li Iraqê bike û hêvî xwest, encamên baş ji hewlên wan derkevin.

Şanda parlamentarên serbixwe yên Iraqê, spasî û pêzanîna xwe ji bo rola Nêçîrvan Barzanî û destpêşxeriyên wî yên ji bo hevtêgihîştin û hevnêzîkkirina aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê nîşan da û hêvî xwest, li ser asta Iraqê jî roleke bi wî awayî bigire ser xwe.