Nêçîrvan Barzanî bi sanda parlamentarên Alman re civiya
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi şanda endamên Parlemana Almanyayê ji Partiya Kirîstiyanî (CDU) Markus Grûpel û Jurgen Hardt re civiya û spasiya Almanya ji bo piştevaniya li hêzên Pêşmerge kir.
Di hevdîtina ku Konsola Giştî ya Almanya li Hewlêrê Barbara Wolf amade jî amadehî kir de, perlemanteran spasiya Hikûmet û gelê Kurdistanê kirin, ji bo hewandina koçber û penaberan û bi taybet ên Kirîstiyanî li kampên Herêma Kurdistanê.
Şanda Almanî tekez kir ku ew hewl didin wek berê, Almanya bi alîkariya bi Herêma Kurdistanê re berdewam be.
Di hevdîtinê de pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, rewşa Iraq, Sûriye û navçeyê bi giştî, metirsiyên teror û pêwîstiya Iraqê bi mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî terorê jî hatin gutûgo kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanîna Herêma Kurdistanê ji Almanyayê re anî ziman ku Almanyayê biryar daye rahênankirina Pêşmerge berdewam bide.
Herwiha Barzanî pêwîstiya mayîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraqê jî ji şanda mêvan re bibîr xist.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin