Dadgeha Tirkiyê 11 sal û 7 meh sizayê zindanê da Leyla Guven
PeyamaKurd – Dadgeha Tirkiyê 11 sal û 7 meh sizayê zindanê da Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven.
Leyla Guven ji ber 4 axaftinên xwe yên cuda bi îdiaya ku bangeşiya rêxistina neyasayî kiriye dihat darizandin.
Herwiha doza ku li dadgeha Sizayê Giran a 9emîn Ya Diyarbekir dihat dîtin de, Leyla Guven ji ber ku girtî bû bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî dozê bû û parastina xwe kir û piştî parastinan, dadgehê biryara xwe ragihand û ji ber ku di 3 axaftinên xwe de bangeşeya rêxistina neyasayî kiriye 11 sal û 7 meh sizayê zindanê li Leyla Guven hat birrîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Leyla Guven ji 22yê Berfanbara 2020an ve di girtîgehê de ye û niha jî di Girtîgeha Elezîzê de tê girtin û di 4ê Hezîrana 2020an de dema ku Parlamentera HDPê ya Colemêrgê bû ji ber ku di dozekê de 22 sal û 3 meh siza lê hatibû birrîn parlamenteriya wê hatibû betalkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin