Dadgeha Tirkiyê cezayekî din ê girtîgehê da Demirtas

28 May 2021 15:36 0 dîtin
Dadgeha Tirkiyê cezayekî din ê girtîgehê da Demirtas

PeyamaKurd – Dadgeha Cezayê Giran a 25emîn a Enqerê bi hinceta ku Demirtaş karmendên dewletê yên ‘têkoşîna terorê dane’ kiriye hedef, 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birî.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku ji sala 2016an ve girtîye, bi hinceta gotiye, ew ê li pêş dadgehê ji Serdozgerê Komarê yê Enqerê Yuksel Kocaman hesab bipirse doz lê hatibû vekirin.

Demirtaş bi rêya SEGBÎSê ji girtîgeha Edîrne beşdarî danişîna dadgehê bû û îdiayên dadgehê red kirin û got, dozeke polîtîk li hember wî tê meşandin.

Dadgehê gotinên Demirtaş ên "Ez vê li cem kesî nahêlim (li ser doz û îdiayên serdozger), wê hesab bê pirsîn” wekî tawan nirxand û 2 sal û 6 meh ceza lê birî.

Hêjayî bibîrxistinê ye dadgehê gotinên Demirtaş ên hesab pirsîna li pêş dadgehê wekî hedefgirtina Serdozgerê wê demê Yuksel Kocaman ku nêzîkî Erdogan e nirxand û cezayekî nû li ser Demirtaş sepand.