Dadgehê 9 sal, 4 meh û 15 roj ceza da saredarê berê yê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli
PeyamaKurd – Şaredarê berê yê Amedê Adnan Selçuk Mızraklı yê HDP yî, piştî ku dadgeha bilind ya Ankara Yargıtayê, 3em daîra cezayê giran cezayê ku dabûn şaredar Mızraklı ji aliyê ûsûlê de xera kir, Mizraklı car din hat darizandin û 9 sal 4 meh û 15 roj bi sedema ku “Endamê rêxistinba çekdar ya terorê ye” hat cezakirin.
Doza Mızraklı, di rêya SEGBİS ê de di navbera zîndana Edirne ya tîpa F de û dadgeha 9em ya cezayê giran ya Diyarbekirê de hat dîtin. Parêzerên Mızraklı jî di salona dadgehê de amade bûn.
Mizraklı û parêzerên wî tewana sûcên dozgerê dadgehê qebûl nekirin û tehliya Mizraklı xwestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin