Dadgehê biryar da, dê Leyla Guven bi zorê dibin dadgehê

27 March 2019 19:37 0 dîtin
Dadgehê biryar da, dê Leyla Guven bi zorê dibin dadgehê

PeyamaKurd - Dadgeha Diyarbekirê di danişîna îro 27ê Adarê de ku parêzerên Leyla Guven beşdarî kirin de, biryar derxist ku ji bo danişîna bê hêzên ewlekariyê wê bi zorê bibin dadgehê.

Leyla Guven îro bi hinceta endamtî û propagandaya PKKê li Dadgeha Diyarbekirê hat darizandin ku parêzerên wê beşdarî kirin.

Parêzeran got,  Leyla Guven parlementer e û parêzbendiya wê heye, ji ber vê yekê jî nabe were dadgehkirin û divê doz were hilweşandin.

Lê belê dadgehê biryar derxist ku ji bo danişîna bê hêzên ewlekariyê Leyla Guven bi zorê werînin dadgehê.

Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ev 140 roj in di greva birçîbûnê de ye.