Dadgehê biryara girtina hunermend Ferhat Tunç da
PeyamaKurd- Dadgeha Îstenbolê ya navçeya Büyükçekmece ya 14 emîn bi sedema ku ‘heqaretê li serokkomar kiriye’ di derbarê hunermendê Kurd Ferhat Tunç de biryara girtina wî da. Li gor dadgehê; hunermend Ferhat Tunç di sala 2016 an de, di ser hesabê xwe yê medya civakî de, li serokkomarê Tirkiyê heqaretê kiriye.
Di celseya dadgehê de tevî ku parêzera Ferhat Tunç, Fatma Hopikoğlu amade bû jî biryara girtina Tunç da. Di celseya berê de dageh bo Almanyayê nivîsandibû da di bin navê ‘hevkariya edlî’ de bi Tirkiyê re alîkariyê bike lê Almanya qebûl nekiribû.
Celseya bê bo 23 yê sibata sala 2021an hat paşdexistin. Hunermendê Kurd Ferhat Tunç niha li Almanya dijî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin