Dadgehê cezayê girtîgehê da Osman Baydemir û Leyla Birlikê
PeyamaKurd - Dadgeha Şirnexê bi hinceta ku di sala 2015an de beşdarî çalakiyên cemawerî bûne, salek û 6 meh cezayê girtîgehê da, parlamentarên berê yên HDPê Osman Baydemir û Leyla Birlikê.
Dadgeha Asliye Ceza ya Şirnexê bi sedema ku dema qedexeyên derketina derve yên sala 2015an li Sûr, Cizîr, Kerboran, Şirnex û Silopiyê beşdarî çalakiyên protestoyî bûne, cezayê salek û 6 mehan ê girtîgehê li Baydemir û Birlikê birî.
Dadgehê herwiha di heman dozê de, dosyeya parlamentarên berê Alîcan Onlu û Ayşe Acar Başaran jî ji ya Baydemir û Birlik cuda kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin