DAIS: Her du bîrên petrolê yên Kerkûkê me teqandin
PeyamaKurd – DAIŞê teqandina du bîrên petrolê li sînorê parêzgeha Kerkûkê, girt ser xwe.
DAIŞê îro Duşemê, bi rêya tora civakî ya telegramê ve diyar kir; çekdarên wan du bîrên petrola Kerkûkê teqandine.
Roja 17.04.2021ê, nûçeya teqandina du bîrên petrola bi hejmara 154 û 159 ên bîrên Bay Hesen ên li Kerkûkê bi rêya bombeyên çandî hat belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin