Kerkûk | DAISê du bîrên petrolê teqand
PeyamaKurd – Li navçeya Dubiz a bakurê rojavayê parêzgeha Kerkûkê, çekdarên DAIŞê du bîrên petrolê yên hejmara wan 154 û 159 teqandin.
Li gor zanyariyan, du bîrên petrolê yên hejmara 154 û 159 ên li kêlgeha petrolê ya Bay Hesen a li rojavayê Kerkûkê, bi rêya bombeyên vedayî hatin teqandin.
Herwiha hat destnîşankirin, hêzên ewlehiyê piştî teqandina bîra neftê, dest bi lêkolînê kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin