Li Kerkûkê 2 sikeftên DAISê hatin teqandin

05 October 2021 09:59 0 dîtin
Li Kerkûkê 2 sikeftên DAISê hatin teqandin

PeyamaKurd – Li Kerkûkê 2 şikeftên DAIŞê hatin teqandin û termê 3 çekdaran jî hatin dîtin.

Li gor Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê diyar kir, hêzên Polîsên Federalî, 2 şikeftên DAIŞê li çiyayê Hemrînê li başûrê Kerkûkê teqandin. Herwiha 3 termên çekdarên DAIŞê jî dîtin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê da zanîn, li navçeyên El-Ezemiyê û Kerade yên Bexdayê, 2 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.

Her çend e operasyonên li dijî çekdarên DAIŞê berdewam in, lê DAIŞ li çend navçeyên Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê rojane, welatiyan û hêzên ewlehiyê direvîne, dikuje û teqînan jî dike.