Kerkûk | 3 cihên vesartinê yên DAISê hatin teqandin
PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê li Kerkûkê bi balafiran 3 cihên veşartinê yên DAIŞê teqandin û li Enbarê jî 4 çekdarên DAIŞê desteser kirin.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir, hêzên ewlehiyê bi rêya balafirên bêfirokvan, 3 cihên veşartinê yên çekdarên DAIŞê li navçeya Wadî Ebû Şehme û li derdora bajarokê Reşad yên li parêzgeha Kerkûkê teqandin û dest danîn ser 2 motorsîkletan.
Çavkaniyekî xwecîhî jî da zanîn, hêzên ewlehiyê 4 çekdarên DAIŞê li parêzgeha Enbarê desteser kirin.
Herwiha di encama teqînekê de, li qezaya Beac li rojavayê Neynewayê, 3 leşkerên Iraqê birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin