Kerkûk | Cihên mayîna terorîstên DAISê hatin jinavbirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama operasyona Polîsê Federal ê Iraqê li zincîreya çiyayên Dulan ên Kerkûkê de, 5 cihên ku terorîstên DAIŞê xwe diveşartin hatin dîtin û wêrankirin.
Polîsê Federal ê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, Yekîneya Pêncem a Polîsê Federal ji bo paqijkirina çiyayê Dulanê li qezaya Daqûq a Kerkûkê operasyoneke ewlehiyê pêk aniye ku bi hevkariya Lîwaya 20, Tîma Endezyariya Meydanî û Îstîxbaratê tê de cî girtine û balafirên bêpîlot jî beşdarî kirine.
Hat ragihandin ku di encama operasyonê de 3 cihên vehewandinê yên çekdarên DAIŞê ligel du erebeyên çandiniyê ku çente û kelûpelên çekdarên DAIŞê tê de bûn hatine dîtin û piştre hatine jinavbirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin