DAISê berpirsiya êrîsa li Kerkûkê girt ser xwe
PeyamaKurd – DAIŞê, berpirsiya êrîşa dijî navendeke polîsan a li nêzî Kerkûkê girt ser xwe.
Li gor çavkaniyên polîsan, di encama êrîşê de 10 polîsên Iraqî hatibûn kuştin û 4 jî hatibûn birîndarkirin.
DAIŞê bi rêya Ajansa Nûçeyan Amaqê ya li Telegramê, berpirsiya êrîşê ragihand.
Ew çavkanî destnîşan dike, çekdarên DAIŞê li gundekî Raşad ya 30 kîlometre li rojavayê başûrê Kerkukê dikeve, bi polîsan bi qasî du saetan şer kirine.
Herwiha çavkanî eşkere dike, çekdaran ji bo rê li ber alîkariya polîsên din bigirin, li kêleka rê bombe bi cîh kirine û sê maşîneyên polîsan peqandine.
Ji alîyê din ve çavkaniyên ewlekariyê didin zanîn, hin çekdaran roja Yekşemê êrîş birine ser navendeke kontrolê ya artêşê ya li rojhilata başûrê Mûsilê û di êrîşê de bi kêmî ve 3 leşker hatine kuştin û 1 jî hatiye birîndarkirin.
DAIŞ di sala 2017an de hatibû têk birin, lê çekdarên wê yên mane li herêmên cuda yên Iraqê êrîşan dibin ser hêzên hikûmetê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin