DAISê berpirsiya êrîsa Qamisloyê li xwe girt

18 August 2019 18:38 0 dîtin
DAISê berpirsiya êrîsa Qamisloyê li xwe girt

PeyamaKurd - Berpirsiya êrîşa bi otomobîleke bombebarkirî ya ku îro danê sibehê li taxa Erbewî ya Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bi ser navendeke asayîşê de pêk hat, rêxistina terorîst DAIŞê li xwe girt.

Asayîşa Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê ragihandibû ku di teqîna li taxa Erbewî ya bajarê Qamişlo de endamekî asayişê canê xwe ji dest daye û 2 kesên din jî birîndar bûne.

DAIŞê bi rêya medyayên xwe ragihand ku êrîş ji aliyê wan ve hatiye kirin û îdia kir ku 6 endamên asayîşê hatine kuştin.