DAISê berpirsiya xwe ya êrîsa terorîstî ya li rojhilatê Bexdayê ragihand
PeyamaKurd - Rêxistina terorîst DAIŞê berpirsyariya teqîna li bajarokê Sedir ê li rojhilatê Bexdayê li xwe girt û ragihand ku ew êrîşa xwekujî ji aliyê endamekî wan hatiye kirin.
Ajansa nûçeyan a Fransayê AFPê ragihandiye ku rêxistina DAIŞê li ser kanalên xwe yên di tora civakî ya Telegramê de ragihandiye, endamekî rêxistina wan bi anvê Ebû Hemze Iraqî, bi kembereke bombekirî, êrîşa li bazara Wahêlat a navçeya Sedir pêk aniye.
Li gorî Ragihandina Şaneya Ewlekariyê ya Iraqê, di encama teqîna şevê din pêk hatiye de 30 kes hatine kuştin û 50 kes jî birîndar bûne.
Ew êrîşa terorîstî ya êva cejnê pêk hat, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve bi tundî hatibû şermezarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin