DAISê êrisî bajarokê Kuleco kir: 2 karmendên asayîsê canê xwe ji dest dan

30 November 2019 12:09 0 dîtin
DAISê êrisî bajarokê Kuleco kir: 2 karmendên asayîsê canê xwe ji dest dan

PeyamaKurd – Endamên DAIŞê duh bi şev bi hewan û qenasan êrişî bajarokê Kuleco kirin û di encama pevçûna bi wan çekdaran re, 2 karmendên asayişê canê xwe ji dest dan û 8 karmendên asayîşê jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan duh bi şev endamên rêxistina terorîst DAIŞê sê guleyên hewanê arasteyî bajarokê Kuleco ku ser bi navçeya Kifriyê ve kir û piştî rûbirûbûna asayîşa wî bajarokî, di encama êrişeke çekdarên DAIŞê ya bi qenasan de Rêveberê Asayîşa Kuleco birîndar bûn lê belê tu zirae û ziyanên canî

Hat diyarkirin ku piştî êrişa bi hewanan, asayîşa Kuleco rûbirûyê çekdarên DAIŞê bûn û di encamê de Rêveberê Asayîşa Kuleco Raîd Simko Elî bi guleyeke qenasê birîndar bû. Serokê Rêveberiya Germiyanê Selahedîn Mihemed ragihand, “Du karmendên asayîşê yên bi navên Cuma Ebid û Mihemed Cuma şehîd bûn.”

Di êrişa çekdaêrn DAIŞê de 8 karmendên asayîşê jî birîndar bûn. Serokê Rêveberiya Germiyanê diyar jî kir ku hêzên asayîşa Germiyan û Pêşmerge li herêmê belav bûne. 

Bajarokê Kuleco ser bi navçeya Kifrî ye û sînorê wê li aliyê bakur li gel gundê Awbare, li aliyê başur li gel gundê Kenesor, li aliyê rojhilat li gel gundê Dekeya Ebdulqadir û aliyê rojava jî sînorê wê li gundê Sîtepan heye