DAISê êrîsî hêzên artêsa Iraqê kir: 2 kustî

06 January 2021 12:00 0 dîtin
DAISê êrîsî hêzên artêsa Iraqê kir: 2 kustî

PeyamaKurd –  Li sînorê nahiyeya Gulaleyê ya girêdayî Xaneqînê, DAIŞê êrîşî ser hêzên artêşa Iraqî kirin û di encamê de 2 serbazên Iraqî hatin kuştin.

Li gor Berdevkê Rêveberiya Polîsê Diyaleyê Nîhad Mihemed diyar kir, terorîstên DAIŞê li nêzîkî pira Helwan li nahiyeya Gulale, êrîşî ser hêzên Iraqê kirine û ji ber wê êrîşê jî 2 serbazên Iraqê hatine kuştin û serbazek jî birîndar bûye.

Nîhad Mihemed herwiha dide zanîn, piştî êrîşê terorîstê DAIŞê ji herêmê derketine, artêşa Iraqê jî li herêmê dest bi operasyona desteserkirinê kirine.

Tevgera DAIŞê li Herêmên Kurdistanî û parêzgehên Iraqê zêde bûye û ew şiyana artêşa Iraqê ya milîsên Heşda Şeibî tuneye ku dawî li terorîstên DAIŞê bînin.