DAISê êrîsî polîsê federal ê Iraqê kir: 3 polîs hatin kustin

24 July 2021 12:59 0 dîtin
DAISê êrîsî polîsê federal ê Iraqê kir: 3 polîs hatin kustin

PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê îro li sînorê bajarokê Reşad a ser bi Hewîce êrîşî ser polîsê federal ê Iraqê kirin û di encamê de 3 polîs hatin kuştin.

Rêveberê bajarokê Reşadê yê bi wekalet Luyis Efendî diyar kiriye: ‘‘Îro ber bi sibehê ve terorîstên DAIŞê li gundê Kereh Qazan a li sînorê bajarokê Reşadê êrîş kirin ser hêzên polîsê federal.’’

Herwiha destnîşan kiriye: ‘‘Di encama wê êrîşê de 3 polîs hatin kuştin û polîsek jî birîndar bû.’’

Di heman mijarê de efserê polîsê navçeyê Selam Îbrahîm jî eşkere kiriye: ‘‘Hêzên polîs heta vê sibehê temamê navçe dorpêç kirine.’'