DAISê li Bexdayê êrîsî hêzên Iraqê kir

28 October 2021 09:30 0 dîtin
DAISê li Bexdayê êrîsî hêzên Iraqê kir

PeyamaKurd – Li Bexdayê do bi şev DAIŞê êrîşî hêzên Iraqê kir.

Li gor çavkaniyekî ewlehiyê li Bexdayê diyar kir, hejmarek çekdarên DAIŞê ketin du gundên bi navên Der' Feyaz û gundê Ebdullah Feyaz û êrîşî ser Firqeya 11 ya Artêşa Iraqê ya li bakurê paytexta Iraqê kirin.

Herwiha da zanîn, şer û pevçûn berdewam in û balafirên şer ên Iraqê çend cih kirine armanc.

Beriya wê bi rojekê jî DAIŞê li sînorê parêzgeha Diyala êrîşî gundekî ser bi navçeya Mîqdadiye kir û di wê êrîşê de 11 kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.