DAISê li Kerkûkê êrîsî bîra petrolê kir
PeyamaKurd - Rexistina terorîst DAIŞê êrîşî bîra petrolê ya li Hebaziyeya başûrê rojavayê Kerkûkê kir.
Hat ragihandin ku di êrîşa şeva borî de polîsên ewlehiya bîrê bersiv dan êrîşê û di şerê qewimî de polîsekî iraqî birîndar bû.
Lîwaya 61ê ya artêşa Iraqê li Kerkûkê êrîş piştrast kir û da xuyakirin, her roj operasyonan dibin ser şaneyên veşartî yên rêxistina DAIŞê û wan desteser dikin.
13ê Nîsana 2020an jî di êrîşeke DAIŞê ya li Hewîceya başûrê Kerkûkê polîsekî iraqî hatibû kuştin.
14ê Nîsanê bi piştgiriya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê, operasyoneke li ser bingehên DAIŞê yên li Kerkûkê hatibû encamdan û di şikeftekê de 23 terorîstên DAIŞê hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin