DAISê li Xurmatû êrîs bir ser hêzên Artêsa Iraqê

21 August 2018 23:45 0 dîtin
DAISê li Xurmatû êrîs bir ser hêzên Artêsa Iraqê

PeyamaKurd - Li navçeya Xurmatû çekdarên DAIŞê êrîş birin ser hêzên artêşa Iraqê û pevçûn derket, di encamê de eskerek hat kuştin.

Hat ragihandin ku çekdarên DAIŞê li navçeya Xurmatû êrîş birin ser hêzên artêşa Iraqê û pevçûn derket û di encamê de leşkerek hat kuştin.

Efserê artêşa Iraqê Riyaz Hesen ragihand, ku ji derengiya şeva derbasbûyî çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundê Pîr Ehmed a ser bi navçeya Xurmatû êrîşî ser yekîneyeke artêşa Iraqê kirine û şer heta destê sibeya îro Sêşemê (21-08-2018) berdewam kiriye.”

Riyaz Hesen diyar kir, ku çekdarên DAIŞê di êrîşê de motorsîklet bikar anîne.

Hesen amaje bi wê yekê kir, ku DAIŞiyan cejn wek derfet bikar anîne û bi vî awayî êrîşî ser hêzên artêşa Iraqê kirine.

Efserê artêşa Iraqê da zanîn, ku di êrîşê de eskerekî artêşa Iraqê hatiye kuştin û çend esker jî birîndar bûne.