Daneyên tawanên Efrînê: 10 hezar Filistînî bicih kirine
Peyama Kurd - Siyasetmendarê Kurd Ebdulrehman Apo di derbarê çalakî û hewlên guhertina demografîk û karûbarên leşkerî yên Tirkîye û komên çekdar ên girêdayî wê ku li Efrîna Rojavayê Kurdistanê dimeşînin de agahiyên balkêş ragihand.
Li gorî agahiyên Ebdulrehman Apo, berî dagirkirinê ji sedî 97ê Efrînê Kurd bû, lê belê niha tevî kesên vegeriyane jî ji sedî 35ê wê Kurd in.
Apo diyar kir ku Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê naxwazin Kurd li derdora Efrînê bimînin û got, “Tenê komên Tirkmen li nav Efrînê mane, Ereb jî dûre lê hatine bicihkirin.”
Siyasetmendarê Kurd Ebdulrehman Apo ku ew jî ji bajarê Efrînê ye, balê kêşa ser darên ku li herêmên dagirkirî têne jêkirin.
“Dema em dibêjin 40 dar tê wateya 40 mirovî. Ev dar ji malbatê ne. Heta ku darek mezin dibe bi şev û roj tê tîmarkirin. Ango birîna darekê tê wateya kuştina mirovekî.”
Apo ragihand ku wan binpêkirinên mafan ên li herêmên dagirkirî berhev kirine û got:
“Lêkolînên me berfireh in. Me bi Komîteya Lêpirsînê ya Navneweyî re hemû binpêkirinên mafan berhev kirin û me wan bi gellek dewletan re jî parve kirine.”
Ebdulrehman Apo daneyên binpêkirinên mafan ên ji Adara 2018an heta dawiya sala 2023yan wiha parve kirin:
“Heta niha 8 hezar û 753 kes hatine revandin û 6 hezar û 892 kes hatine berdan. Ji van 742 mêr, 532 jin in.
Hîna 1 hezar û 861 kes girtî ne û piraniya wan veguhestine girtigehan. 153 girtî jî di encama şkenceyê de canê xwe ji dest dane.
“Herî kêm 2 milyon dar hatine birîn”
870 hezar darên zeytûn, gûz û behîvan ên bergirtî û 1 milyon û 200 hezar darên din hatine birîn. Li aliyê din 140 caran agir bi daran xistine.
“Nabe ku Kurd bikevin komelgehan”
Li devera Efrînê 22 komelgeh hatine avakirin.Ez dibêjim 366 gund bûne komelgeh. Ev hemû jî ji Ereban pêk tên û nabe ku Kurd bikevin van komelgeyan.
10 hezar Filistînîyên ku anîne Efrînê jî li van komeleyan hatine bicihkirin.
Li bajêr 7 kamp çêkirine. 370 hezar Erebên ji deverên cûda ku hatine Efrînê li van kampan bicih dibin û herwiha xaniyên Kurdan jî têne desteserkirin.
Berî dagirkirinê ji sedî 97ê Efrînê Kurd bûn. Efrînê tenê 2 hozên Ereb hebûn û ew jî bûnbûn Kurd ango bi Kurdî diaxivîn. Lewra em dikarin bêjin niha tevî kesên ku vegeriyane, ji sedî 35 - 40ê Efrînê Kurd in.
“Ji sedî 90ê berhemên dîrokî birine Tirkîyeyê”
40 şûnwarên dîrokî hatine xerakirin û ji sedî 90ê berhemên dîrokî birine Tirkîyeyê û welatên din.
“Grûpên ku Efrînê bi rê ve dibin Tirkmen in”
Li Efrînê 21 zindanên çeteyan hatine çêkirin. Ji bilî wê jî 40 zindanên serokên komên çekdar hene.
Komên çekdar ên ku Efrînê bi rê ve dibin Tirkmen in. Tenê Ceyş el-Şerqiyaya ku girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ye li Efrînê maye.
Komên din ên Ereb jî şandine Ezaz û deverên derdorê. Ev jî parçeyek ji plana Tirkîyeyê ye”
“Ji bo parastina demografyayê vegerin Efrînê”
Siyasetmendarê Kurd piştî ku daneyên giring û balkêş parve kirin vê nirxandinê kir:
“Pêwîst e ku welatî vegerin Efrînê. Tenê bi vî rengî dikarin guherîna demografyayê bidin rawestandin. Lewra ji Tirkiye û Şehbayê vegerîna welatîyan rawestiyaye, nikarin bikevin Efrînê. Yên ku vedigerin neçar in bi qaçaxî derbazî Efrînê bibin. Rêyeke din jî heye ew jî li Minbiçê di navbera hêzên rejîma Esat û çeteyan de ye.
Li vir welatî dikarin bi pere derbas bibin. Lewra dema diçin Efrînê jî xanîyên wan nadin wan û ew bêçar dimînin ku di bin konan de yan jî li malên cîranan biimînin.
Erebên ku li malên wan bicih bûne tevî biryara dadgehê jî dernakevin.
Çete û Tirkiye jî naxwaze Kurd li Efrînê bimînin. Qirkirina wan dixwazin.”
“Hertişt di destê Amarîkayê de ye”
Ebdulrehman Apo li ser pirsa “Gelo partiyên îtîlafê ji bo van bûyeran nikarin tiştekî bikin?” wiha bersiv da:
“Min beriya 2 salan jî digot, ez niha jî dibêjim, Îtilaf El-Watanî nikare tiştekî bike. Ya herî hêsan eger kesek bixwaze bi îtîlafê re biaxive, divê berî her tiştî ji Tirkîyeyê destûr bixwaze. Ev jî nîşan dide ku îtîlaf nikare di van mijaran de tiştekî bike. Lewra her tişt di destê Amarîkayê de ye. Eger Amarîka bixwaze dikare çareser bike.
Di demek nêzîk de Amarîkayê bi van komên çekdar û Tirkîyeyê re rûniştibû. Amerîkayê ji bo her duyan demek diyar kiribû û gotibû xwe bidin hev.”
Siyasetmendarê Kurd diyar kir komên Çekdar û Tirkîye heta niha bi qasî 600 milyon dolarî diziya Efrînê kirine.
Dagirkirina Efrînê
Artêşa Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê, di 20ê Kanûna 2018an de ji asîman û bejahiyê ve bi berfirehî êrişî Efrînê kirin.
Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê di 18ê Adara 2018an de ket destê artêşa Tirkîyeyê û wan koman.
Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rêyên koçberiyê.
Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkîyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê ve; girtin, dizî, talan, tecawuz, kuştin, birîndarkirin, revandin û şkencekirinên li hemberî Kurdên wê herêmê berdewam in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin