Danîmarka leskeran disîne herêma HSD ê

07 September 2019 01:40 0 dîtin
Danîmarka leskeran disîne herêma HSD ê

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku dewleta Danîmarka leşkeran dişîne devera ku Hêzên Sûriya Demokratîk lê ne. Berdevkê Pentagonê Jonathan R. Hoffman ragihand ku Danîmarka yek ji damezrênerê koalîsyona li dijî İŞİD ê ye û weha dewam kir:

“Danîmarka bi vê biryara xwe bi hevkarên me bi HSDê re xebata xwe dewam dike û dike ku em bawer bin car din İŞİD dernekeve ortê. Leşkerên Danîmarkî dê bi leşkerên Amerîka re, li rojhilatê bakûrê Sûriyê wezîfe bike da asayîş û aramiya herêmê temîn bike.”

Hêzên koalîsyona li dijî İŞİD ê ji hêzên 81 dewletan pêk tê. Di çarçoveya têkoşîna li dijî rêxistina İŞİD ê de, hêzên koalîsyonê yên di bin peşengiya Amerîka de, destekê didin HSDê.