Davutoglu: Dibe ku em ji PKKê hêrs bibin, lê nabe em Kurdên Sûriyê bikin dijmin!
PeyamaKurd - Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ku destpêka krîza Sûriyê ya 2011an serokwezîrtî û wezîrtî di hikûmeta AKPê de kiriye, li ser daxuyaniyên ‘lihevkirina bi rêveberiya Sûriyê re’got ku şert û mercên asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê çênebûne û nabe Tikriye bi Şamê re dest bi danûstandinan bike.
Ahmet Davutoglu di hevpeyvîneke televîzyoneke Tirk de da xuyakirin: “Min hevdîtina dawî li Şamê bi Esed re kir. Ji wê demê ve rejîma Sûriyê çekên kîmyayî li dijî gelê xwe bikar aniye. Li Heleb, Hema, Dêrezor û Laziqiyê gelê xwe bombebaran kir. Ev rêjîm bi piştgiriya derve hewl dide bijî û bi mîlyonan kes sirgûnî Tirkiyê kirine.”
Davutoglu herwiha diyar kir: “Serokê Rusyayê Vladîmîr Putîn hewl dide bi zextkirinê Tirkiye û Sûriyê li hev bicivîne û hikûmeta Şamê rewa bike, lê şert û û mercên asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê çênebûne.”
Davutoglu got: “Dibe ku em ji PKKê hêrs bibin, lê nabe em ji ber PKKê, Kurdên Sûriyê bikin dijmin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin