Îsraîl: Dibe ku têkiliyên me bi wî welatî re asayî bibin
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Elî Cohen, di derbarê pêwendiyên ligel Erebîstana Siûdî de daxuyanî da û îdia kir ku dibe di demeke nêzîk de pêwendiyên wan asayî bibin.
Elî Cohen di daxuyaniya xwe de da zanîn ku lihevkirin di berjewendiya Amerîkayê de ye û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:
"Rêveberiya Joe Biden, beriya Hilbijartinên Serokatiyê yên 2024an serkeftina siyasî dixwaze. Amerîkî jî bi aboriyê re eleqedar in. Amerîka, Erebîstana Siûdî û em di nuqteyekê de ne ku berjewendiyên Îsraîlê li hev dicivin, ji ber vê yekê raporên medyayê yên ku behsa peymanek ji neh mehan heta salekê dikin, ji min re rast xuya dikin."
Her wiha balkêş e ku çarçoveya axaftina erênî ya Cohen ji bo hegera asayîbûna bi Riyadê re piştî daxuyaniya berovajî ya rêvebirîya Amerîkayê hat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin