Îsraîl: Asayîbûna têkiliyan a bi wî welatî re ne nêzîk e
PeyamaKurd- Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Îsraîlê Tzachi Hanegbi ragihand ku çend pêşveçûn ji bo danîna pêwendiyên dîplomatîk di navbera Îsraîl û Erebîstana Siûdî de çêdibin û diyar kir ku hîn gihîştina rêkeftinekê ne nêzîk e.
Tzachi Hanegbi, di derbarê mijarê de ji Radyoya Artêşa Îsraîlê re axivî û bal kişand ser nûçeyên ku di navbera Amerîka û Erebîstana Siûdî de lihevkirina muhtemel a ji bo asayîkirina bi Îsraîlê re hatiye kirin û wiha got:
"Koşka Spî bi lez û bez van nûçeyên di derbarê asayîkirinê de red kir û rast bû. Tiştek nêzîk nîn e ku were destnîşankirin, lê bê guman di diyaloga di navbera Amerîka û Erebîstana Siûdî de pêşkeftinek girîng heye."
Ji aliyê din ve Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Elî Cohen piştî vê daxuyaniyê di 10ê Tebaxê de ji çapemeniya Îsraîlê re nirxandinan kiribû û îdia kiribû ku bi Erebîstana Siûdî re lihevkirinek ji bo danîna têkiliyên dîplomatîk nêzîk bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin