Erebîstana Siûdiyê, ji bo asayîbûna têkiliyan, sert da ber Îsraîlê
PeyamaKurd-Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siûdiyê Faysal bin Farhan, di derbarê têkiliyên welatên xwe yên ligel Îsraîlê de axivî. Faysal da zanîn ku başbûna têkiliyên wan ên ligel Îsraîlê, bi çareseriya pirsgirêka Filîstînê ve girêdayî ye.
Faysal bin Farhan, di Korbenda Davosê de; bi rêya panelekê şertê Erebîstana Siûdiyê da ber Îsraîlê. Farhan da zanîn ku asayîbûna têkiliyên wan, bi rewş û mercên Filîstînê ve girêdayî ye. Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siûdiyê Faysal bin Farhan got, “Heke pirsgirêka Filîstînê neyê çareserkirin, dê têkiliyên Erebîstana Siûdiyê ligel Îsraîlê bi tu awayî neyên asayîkirin.”
Farhan bi berdewamî got ku mijara sereke ya niha, di navbera Flîstîn û Îsraîlê de pêkanîna aştiyê ye û heger di navbera wan de aştî çêbibe, dê ev yek ji bo herdu aliyan jî ji bo herêmê jî sûdewar be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin