Erebîstana Siûdiyê, rê li gestên asîmanî yên Tirkiyeyê vekir
PeyamaKurd-Piştî 2 salan, geştên asîmanî yên Erebistana Siûdiyê yên ji bo Tirkiyeyê dest pê kirin. Li gorî agahiyên fermî, geştên ku hatibûn rawestandin, sibê car din dest pê dikin.
Saziya Rêyên Hewayî ya Erebistana Siûdiyê, geştên asîmanî yên ji bo Tirkiyeyê da destpêkirin. Geşta yekemîn dê sibê li paytext Riyaz û bajarê Ciddeyê ji bo Stenbolê bên kirin. Hat ragihandin ku dê di 11ê Adarê de jî ji bajarê Medîneyê ji bo Stenbolê geşt dest pê bikin.
Erebîstana Siûdiyê, di Adara sala 2020an de ji ber şewba Covid-19ê, hemû geştên navneteweyî rawestandibû û li gorî rewşa sivikbûna şewbê, qonax bi qonax geştên navneteweyî dabû destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin