Gestên asîmanî yên navbera Hewlêr û Diyarbekirê dest pê dikin
PeymaKurd-Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Dihokê ragihand ku dê di rojên pêş de geştên asîmanî yên navbera Hewlêr û Diyarbekirê car din dest pê bikin.
Li gorî daxuyaniya ku ji Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Dihokê hat ragihandin, bi destpêkirina geştên asîmanî dê liv û tevgera bazirganan zêde bibe. Bi berdewamî hat gotin ku ev liv û tevger dê bandorên erênî li bazirganiya herêmê bikin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di 24 Adara îsal de ji bo beşdariya pêşangeheke navdewletî çûbû Diyarbekira Bakûrê Kurdistanê û li ser geştên asîmanî yên navbera Hewlêr û Diyarbekirê wiha bang kiribû; “Ez li vê derê derfetê dibînim ku daxwaz ji Birêz Parêzgarê Diyarbekirê bikim da ku geştên rasterast di navbera Diyarbekir û Hewlêrê de dest pê bikin. Em wekî Hewlêrê û wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ne ku geştên rasterast bidin destpêkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin