Daxuyaniya AFADê ya li ser erdhejê: 76 mirî, 440 birîndar
PeyamaKurd – AFADê ragihand, ji saet 06.30an pê ve li navçeya Pazarcika Mereşê di lerza 7,4an de 76 kesan jiyana xwe ji dest dane û 440 kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) li navçeya Pazarcika Mereşê di saet 4.17an de erdhej pêk hat.
Li gorî daxuyaniya AFADê, heta saet 06.30an li 7 parêzgehan 76 kesan jiyana xwe ji dest dane û 440 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya AFADê de wiha hat gotin: "Piştî erdheja bi lerza 7,4an 5 erdhejên piştî erdhejê ku ya herî mezin 6,6 pileyî bû pêk hat. Erdhej li parêzgehên derdorê bi taybetî li Mereş, Hatay, Osmaniye, Dîlok, Riha, Diyarbekirê xurt bû. Li Meletî û Edeneyê asta erdhejê di asta 4an de hat diyarkirin û di çarçoveya Plana Bersiva Afetê ya Tirkiyeyê (TAMP) de hemû komên afetê li parêzgehên me û li Navenda AFADê ya Serokatiya Giştî kom bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin