Daxuyaniya Amerîkayê li ser perwerdehiya helîkopterê ji endamên HSDê re
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Tûggeneral Patrick Ryder li ser pirsa "Hêzên Amerîkayê perwerdeya helîkopteran didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yan na” bersiva “bi qasî ku ez dizanim, na” da.
Piştî ku li Duhokê helîkoptera endamên PKKê tê de bûn ket xwarê, niqaşên li ser kî xwediyê helîkopterê ye berdewam dikin.
Piştî bibîrxistina helîkoptera endamên PKKê tê de bûn ket xwarê, ev pirs hat kirin: "Hûn perwerdeya pîlotiyê ya helîkopterê didin endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên li Sûriyeyê?" Patrick Ryder bersiv da û got, "Bi qasî ku ez dizanim, na."
Yekîneya Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê li ser rûpela xwe ya tora civakî derbarê ketina helîkopterê li navçeya Çemanke ya Duhokê de daxuyaniyek da û diyar kir:
“Saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê têkildarî helîkoptera ket xwarê bi hikûmeta navendî ya Iraqê, hêzên Koalîsyona Navdewletî û Tirkiyeyê re têkilî danî, lê hat ragihandin helîkopter ne ya wan e. Hêzên ewlehiyê derbarê helîkopterê de lêpirsîna ewil dan destpêkirin û di encama tespîtên ewil da hat diyarkirin, helîkopter ji cureya Eurocopter AS350 e û hinek ji kuştiyan PKKyî ne. Lêpirsîneke berfireh berdewam dike da ku bê zanîn helîkopter aîdî kê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin