Daxuyaniya Kerkûkê ya artêsa Iraqê: Talîmatên tolhildanê hatin dayîn!

19 December 2022 12:30 0 dîtin
Daxuyaniya Kerkûkê ya artêsa Iraqê: Talîmatên tolhildanê hatin dayîn!

PeyamaKurd – Derbarê êrîşa ku li Kerkûkê pêk hat, yek ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Kurdistanê, artêşa Iraqê eşkere kir ku ji bo jinavbirina terorîstên DIŞIê û hilanîna tola hêzên polîsên federal ku îro li Kerkûkê can dane, rênimayiyên bilind hatine dayîn.

Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Orgeneral Yehya Resûl ragihand, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê, biryara avakirina komîteyeke lêkolînê derbarê bûyerê de daye.

Berdevk Resûl diyar kir, li Kerkûkê bi talîmata Sûdanî operasyon hatin destpêkirin û wê li dijî hedefên DAIŞê êrîş bên kirin.

Di êrîşa bombeyî ya terorîstên rêxistina terorîst a DAIŞê li başûrê bajarê Kerkûkê de 9 kes ji hêzên polîsên federal ên Iraqê hatin kuştin.

Berpirsê Ragihandina Rêveberiya Polîsên Kerkûkê Amir Nûrî di daxuyaniyekê de ragihand, rêxistina terorîst a DAIŞê li başûrê Kerkûkê êrişî hêzên polîsên federal ên Iraqê kir.