Daxuyaniya Kiliçdaroglu li ser 'seccadeyê': Ez pir xemgîn im

01 April 2023 15:00 0 dîtin
Daxuyaniya Kiliçdaroglu li ser 'seccadeyê': Ez pir xemgîn im

PeyamaKurd – Kiliçdaroglu piştî ku wêneyê wî yê li ser nimêjê radiwestiya bû rojeva medyaya civakî got, "Bibore, ez pir xemgîn im ku min seccade nedît."

Serokê Giştî yê CHPê û Namzetê Serokomariyê yê Hevbeş yê Tifaqa Milletê Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê wêneyê ku li ser seccadeya nimêjê rawestiyabû daxuyanî da.

Kiliçdaroglu wiha got: “Bibore, ez pir xemgîn im ku min seccade nedît.

CHPÊ JÎ DAXUYANÎ DA

Têkildarî wêneyê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ku li ser medyaya civakî hatiye parvekirin, daxuyaniyek hat dayîn, "Ji ber tundiya dema kişandina wêneyan û leza kesên ku dixwazin wêneyan bikşînin, seccadeya li erdê nehat dîtin."

Di daxuyaniya CHPê de hat diyarkirin, wêneyê ku li ser medyaya civakî hat parvekirin piştî civîna fitarê ya qelebalix ya Serokomar Kemal Kiliçdaroglu û Canan Kaftancioglu hat kişandin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji ber tundiya dema kişandina wêneyan û leza kesên ku dixwazin wêneyan bikşînin, seccadeya nimêjê ya li erdê nayê ferqkirin. Em dixwazin bidin zanîn ku Serokê me û Serokê Parêzgeha me ku hesasiyeta wan li hember rewşên bi vî rengî ji aliyê her kesî ve tê zanîn, ji bo vê rewşa nebaş a ku derketiye holê gelek xemgîn in.”

Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hamza Dağ wêneyê mijara gotinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir û wiha got: "Cihê ku hûn bi pêlavên pê lê dikin, seccadeya ku Misliman dema secdê bi kar tînin e."