Daxuyaniya Swêdê li ser hilbijartinên Tirkiyê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson hêviya xwe anî ziman ku hilbijartinên Serokkomariyê yên meha bê yên li Tirkiyeyê ji bo serlêdana Swêdê ya ji bo endamtiya NATOyê bibe "xala zivirînê".
Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson derbarê endamtiya welatê xwe ya NATOyê de nirxandin kirin.
Kristersson got, ew hêvî dike ku hilbijartinên Serokomariyê yên ku di 14ê Gulanê de li Tirkiyeyê bên kirin, bibe "xala zivirînê".
Wî herwiha da zanîn, "Niha em li benda hilbijartinên Tirkiyê ne. Bi baweriya min her kes dizane ku di vê yekê de rolek girîng di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de heye û ev yek bi tevahî tê fêm kirin, li piraniya welatan wiha ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin