Ji Swêdê daxuyaniya Tirkiyê: Me nedixwest wiha be!
PeyamaKurd – Piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, destpêkirina proseya pesendkirina endamtiya NATO ya welatê Fînlandayê ragihand, ji Swêdê derbarê biryara Tirkiyeyê de daxuyanî hat dayîn.
Hikûmeta Tirkiyeyê bêyî ku endamtiya Swêdê ya NATOyê bipejirîne, wê di demeke nêz de endamtiya NATO ya Fînlandayê bipejirîne.
Erdogan dibêje, ji ber ku welatê Swêdê lîsteya 120 terorîstan radestî wan nekiriye û gavên dixwazin neavêtine, proseya endamtiya NATOyê daye rawestandin.
Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström li ser vê biryara Tirkiyeyê got: “Wekî ku me texmîn dikir, Tirkiyeyê proseya endamtiya NATO ya Fînlandayê da destpêkirin. Ev geşedaneke ku me wiha nedixwest bû, lê em jê re amade ne. Me dixwest em ligel Fînlandayê beşdarî nav NATOyê bibin. Ev biryar di demeke kurt de zêde bandorê li me nake.”
Billström, herwiha da zanîn ku rêkeftina sêalî ya ligel Tirkiyeyê bo endamtiya NATOyê jî dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin