Daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo danîna peykerê Ataturk li Pragê hat redkirin

15 August 2023 10:28 0 dîtin
Daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo danîna peykerê Ataturk li Pragê hat redkirin

PeyamaKurd – Daxwaza Balyozxaneya Tirk a ji bo danîna peykerê 3 metreyî yê Ataturk ji bo 100. Salvegera Komarê ya li Pragê ya paytexta Komara Çek hat redkirin.

Li gor nûçeya BBCyê, berdevkê herêma şeşan a Pragê ji medyaya Çek re gotiye, endamên meclisa bajêr li ser vê daxwazê ​​rawestiyane û piştî gotûbêjên li gel rayedarên herêmê û Wezareta Derve ya Çekê biryar dane ku daxwazê ​​red bikin.

Balyozxaneyê xwest peykerê Ataturk li parkeke biçûk a li Kolana Ankarska (Enqere) ya li hemberî avahiya balyozxaneyê deyne.

Jan Lacina, Alîkarê Şaredarê navçeya 6-ê ya Pragê ku berpirsiyarê çandê ye, ji malpera rojnameya Mladá Fronta Dnes re got, ew dema biryarê didin gelek pîvanan dihesibînin.

“Li ser bûyerên sala 1915an tê gotin”

Laçîna diyar kir, qalîteya hunerî ya peykerê û cihê wê li Kolana Enqereyê ya ku wê peyker lê bê danîn, weke sedema yekemîn girîng e û behsa bûyerên sala 1915an jî kir.

Alîkarê Serokomar eşkere kir, Çekya bûyerên 1915an wek "Qirkirina Ermeniyan" dinirxîne.

Laçîna got, "Em hurmeta xwe ji damezrînerê dewleta Tirk a modern, laîk re diparêzin, lê me biryar da ku em peyker li taxa Pragê 6 daneynin."