Finlandiyayê, daxwaza Tirkiyeyê red kir

09 September 2022 17:00 0 dîtin
Finlandiyayê, daxwaza Tirkiyeyê red kir

PeyamaKurd- Wezareta Dadê ya Finlandiyayê, daxwaza Tirkiyeyê ya ku dosyeya radestkirina 33 kesên bi tometa endamtiya rêxistinên terorî car din di ber çavan re derbas bikin, red kir.

Berdevka Wezareta Dadê ya Finlandiyayê Sonja Varpasuo, bi rêya daxuyaniyekê da zanîn ku Tirkiyeyê xwestiye car din dosyeya wan 33 kesên ku bi tometa endamtiya rêxistina PKKê û rêxistina Cemaata Gulen bê lêkolînkirin û piştre  biryar were dayîn.

Di dewama daxuyaniyê de biryara dawî ji aliyê berdevk Sonja Varpasuo ve hat ragihandin û wiha hat gotin:

“Biryarên ku hatine dayîn, biryarên teqez in. Ji bo Tirkiyeyê hat ragihandin ku dê ev bûyer car din neyên nirxandin.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag, di 20ê Tebaxê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku Swêdê heta niha tenê kesek radestî wan kiriye û ev kes jî ji ber tawanên xapandinê lêgerîna wî heye. Bozdag dabû zanîn ku Finlandiyayê hîn tu kesekî/e ku ji ber tawanên terorî tên xwestin, radest nekiriye.