Serokomarê Finlandiyayê, diçe Tirkiyeyê
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji Serokomariya Finlandiyayê hat dayîn, Serokomarê Finlandiyayê Sauli Niinisto, li ser vexwendina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, derbasî Tirkiyeyê dibe.
Li gorî daxuyaniyê, Serokomarê Finlandiyayê Sauli Niinisto, li ser vexwendina Erdogan dê di navbera 16 û 17ê Adarê de biçe Tirkiyeyê.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinên ku dê 17ê Adarê roja Înê li Stenbolê bên kirin de dê hemû aliyên têkiliyên Tirkiye û Finlandayê bên nirxandin û gavên ku ji bo pêşvebirina hevkariyê bên havêtin dê bên gotûbêjkirin.
Her wiha hat zanîn ku ji bilî têkiliyên dualî, tê pêşbînîkirin ku li ser esasê Peymana Sêalî ya ku di çarçoveya Lûtkeya NATOyê ya Madridê de hat destnîşankirin, li ser serlêdana Finlandiyayê ya ji bo endamtiya NATOyê, têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê û mijarên heyî yên herêmî û cîhanî jî nirxandin bên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin