Blinken diçe Tirkiyeyê!

13 February 2023 14:46 0 dîtin
Blinken diçe Tirkiyeyê!

PeyamaKurd – Serdanên pilebilind ên Tirkiyeya ku hewl dide birînên erdheja ku li Mereşê pêk hat derman bike destpê kir. Li gorî nûçeyên di çapemeniya cîhanê de hatin weşandin, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blinken hefteya bê wê serdana Tirkiyeyê bike.

Du çavkaniyên ji Tirkiyê ji Middle East Eye re ragihandin, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken wê hefteya bê serdana Tirkiyê bike da ku piştevaniya xwe bi hevalbenda NATOyê ya erdhejlêdayî nîşan bide.

Çavkaniyên han diyar kirin, her çend serdana Blinken beriya erdhejê hatibû plankirin, lê balê dikişîne ser awayên beşdarkirina hewlên ji bo peydakirina alîkariyê ji bo bi mîlyonan mirovên ku ji karesata ku tê de nêzî 30,000 kes mirine.

Tê çaverêkirin ku Blinken di serdana xwe de balyozxaneya nû ya Amerîkayê li Enqerê bi fermî veke û çavdêriya hewildanên alîkariyê yên Amerîkî li cihê bûyerê bike.